Graham di serdana Tirkiyê de pistgiriya YPG/HSDê dubare kir

01 July 2019 19:39 0 dîtin
Graham di serdana Tirkiyê de pistgiriya YPG/HSDê dubare kir

PeyamaKurd – Senatorê herî bi bandor li Amerîkayê Lindsey Graham ku bi piştgiriya xwe ya bo hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî tê zanîn, serdana Tirkiyê kir.

Balyozxaneya Enqerê ya Amerîka li ser hesabê Twitterê serdana Graham ragihand.

Senator Graham di peyamên vê serdana xwe de, bal kişand ser mijra S400ên Rûsî û peyama NATOyê bo Tirkiyê.

Graham hêv xwest ku car din serdana Tirkiyê û tîma wezareta derve bike û ji bo hêzên Kurd ên Rojava jî got, bi tîma li bakurê Sûriyê (Rojava) di şerê qadê de ferqeke mezin daye xuyakirin serbilind im û dubare piştgiriya xwe bo hevkariya Amerîka û YPG/HSDê nîşan da.