Grevên ‘Ji darvekirinan re na!’ li girtîgehên Îranê belav bû

30 July 2024 18:35 0 dîtin
Grevên ‘Ji darvekirinan re na!’ li girtîgehên Îranê belav bû

PeyamaKurd – Helmeta dijî darvekirinan a bi navê ‘Ji darvekirinê re na!’ li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûye ku wê rojê sêşeman ew çalakiyên dijî darvekirinan bên lidarxistin.

Girtiyên li girtîgehên Îranê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember sepandin û birêvebirina sizayê bidarvekirinê, ev çend hefte ne kampanyaya ‘Ji darvekirinan re na!’ dane destpêkirin û greva li girtîgehan li seranserê Îranê li girtîgehan belav bûye.

Li gorî çavkaniyên ji Îranê niha mangirtina dijî darvekirinan li 17 girtîgehên Îranê belav bûye.

Girtîgehên “Nizam li Şîrazê, benda jinan û benda 4, 6 û 8 a Êvînê, benda 3 û 4 a Qizilhisarê, girtîgeha navendî ya Kerecê, Xuremabad, Xoy, Nexede, Seqiz, Tewrêz, Meşhed, Qaêm Şehr, Erdebîl, Kamiyaran, Merîwan, Selmas, Urmiye û Banê”  tevlî helmeta dijî darvekirinan bûne.

Hêjayî gotinê ye, ev helmet piştî sepandina cezayê darvekirinê bo Şerîfe Mihemedî dest pê kir ku hefteya borî li ser hatibû sepandin.

Girtiyên li girtîgehên Îranê herwiha daxwazê ji rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan jî dikin piştgiriya wan bikin daku Îran paşde gav bavêje û dawî li îşkence û îdaman bîne.