Grûbên bi desteka Îranê li tesîsa gazê ya Konikoyê xistin
PeyamaKurd – Li Sûriyê li bajarê Dêrezorê grûbên bi desteka Îranê yên li rojavayê Firatê, li tesîsa gazê ya Konikoyê ku tê de baregeha leşkerên Amerîkayê heye, bi roketan li tesîsê xistin. Nayêz zanîn di encama êrîşê de zerara canî û maddî heye an na.
Êrîş ber destê sibê çêbû. Ji baregehê duman bilind bûye lê zerar nayê zanîn. Rayedarên Amerîkayê heya niha ti agahiyekî parvenekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin