Grûbên terefdarên Îranê bi roketan li seha petrolê ya Omer xistin

05 January 2022 22:35 0 dîtin
Grûbên terefdarên Îranê bi roketan li seha petrolê ya Omer xistin

PeyamaKurd – Li Sûriyê li seha petrolê ya bi navê Omer ku dikeve ser sînorê Iraqê û hêzên Amerîkayê lê binecîne, bi roketan lê xistin. Çavkaniyên Dêrezorê ragihandin ku li devera Meyadînê bi roketan êrîşê seha petrolê ya Omerê kirine. Grûban li dora bi 10 roketan li sehayê xistine lê di encamê de ti zayîat çênebûye.

Piştî êrîşa bi roketan, hêzên Amerîkayê bi topan li navça Meyadînê xistine ku grûbên bi desteka Îranê lê binecîh ne.

Hêzên koalîsyonê do li rojhilatê Sûriyê, li wan çeperên ku ji bo hêzên Amerîkayê tehdîdin, li wan çeperên ku fuzeyên menzîl-kurt lê ne, xistibûn.