Gundekî girêdayî Silêmaniyê xistin karantînayê
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku gundekî devera Şarbajêr ya parêzgeha Silêmaniyê ji ber vîrusa Koronayê hatiye karantînakirin.
Piştî ku du roj berê li gundê Wilîyawa li devera Şarbajêr ya Silêmaniyê, kesek bi vîrusa koronayê ket, tîmên tenduristiyê dest bi dermankirina wî gundî kirin.
Hat ragihandin ku piştî derketina haleta Covid-19 bi fermana qaymeqamtiya deverê ew gund hat karantînakirin.
Hat zanîn ku ew kesê ku li wî gundî bi vîrusa koronayê ketiye, ji Îranê vegeriyaye Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin