Guterres: Cejna Remezanê li alema Îslamê pîroz be
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres Cejna Remezanê ya alema Îslamê pîroz kir û diyar kir ku ji ber ku li Xezze, Sûdan û gellek cihên din ên cîhanê Misliman nikarin cejna xwe pîroz bikin ew dilşikestî ye."
Guterres li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê, di derbarê Cejna Remezanê de peyamek vîdeoyî parve kir.
Guterres di peyama xwe de ji bo temamê alema Mislimanan sersaxî xwest û wiha got: "Ez dilşikestî me. Ji ber ku gelek Misliman ji ber pevçûn û birçîbûna li Xezze, Sûdan û gelek deverên din Cejna Remezanê bi rêk û pêk pîroz nakin."
Guterres Cezna Remezanê li tevahiya alema cîhanê pîroz kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin