Guterres: Ji bo xwe bigihînin xidayên Rûsya û Ûkraynayê divê gelek tist bên kirin
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres li bajarê Ûkraynayê li Odessayê seredana lîmanê kir û got ku ji bo berhemên xidayên Ûkraynayê û xida û gubra Rûsyayê li bazara dinyayê belav bikin, gelek kar hene divê bên kirin.
Guterres, li Odessayê tevlî brîfîngekî bû û got welatên bipêşde diçin, pêdiviya wan bi kirîna van hûbûbatan heye û malên Rûsyayê yên xida û gubre ne tabiê dorpêçane û divê bazara dinyayê karibe xwe bigihîne wan. Guterres weha got:
“Ev, di navbera du terefên de tevî bi tundî bi hevre şer dikin jî peymanekiye. Ji aliyê çarçove û pîvanê de rewşekî bê hempaye. Lê divê di gelek mijaran de gelek tişt bênkirin.”
Li gor Gueterres; hûbûbatên Ûkrayna û Rûsyayê û bi taybetî gubra Rûsyayê karibe li bazarên dinyayê bên firotin. Eger gubra Rûsyayê nebe, pêdiviya gubrê ya dinyayê jî nayê temînkirin û her dû qelem jî ne di çarçoveya dorpêçan de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin