Guterres li Konseya Ewlekariyê ji bo Sûriyê daxwazek kir
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) daxwaz kir ku raspartina saleke din bo gihandina alîkariyên mirovî li Sûriyê û deverên din bidin wan.
Guterres di rapora xwe ya ku pêşkeşî KENYê kir de, ji xeynî dabînkirina alîkariyên mirovî yê herêmên dersînoran ti alternatîfeke din a Neteweyên Yekbûyî nîne û wiha got:
“Di sala 2019an de rewşa Sûriyê bi giştî di warê rewşa mirovî de gelekî zehmet bûye û her diçe xirabtir dibe ku bêhtirî milyonek mirov pêdiviya wan bi alîkariyan heye.”
Sekreterê Giştî yê NY herwiha da zanîn ku heta niha ji bo 3,3 milyar dolar alîkariyan tenê ji sedî 55ê wê re fon derketiye û xwest KENY ji bo saleke din bo berdewamkirina alîkariyan raspartinê bide wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin