Konseya Ewlekariyê ji bo Sûriyê civiya: Rewsa mirovî xirabtir dibe, pêwîstî bi agirbestê heye
PeyamaKurd - Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser mijara Sûriyê civînek saz kir û mijara agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de cîgirê nûnerê taybet bo Sûriyê Necat Ruşdî got: “Pêwîstiya me bi agirbestê li ser asta nîştimanî heye ku ligel biryara Civata Ewlekariyê 2254ê bigunce. Xelkê Sûriyê rûbirûyî krîzeke mirovî ya berdewam dibe, min ev yek ji tîma karê mirovî re vê hefteyê li Cenevê tekez kiribû. Divê pêdiviyên Sûriyan di nav sîstema karê me yê mirovî de be, divê dûrî siyasetê bin.”
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên mirovî Martin Griffit jî da xuyakirin: “Rêpêdana bo dema 12 mehan wê derfetê bide me û hevbeşên me ku di mehên bê de em baştirîn encaman bi dest bixin, ku ji plankirina karkirinê û damezrandina karmendan û komkirina pereyan bi awayekî sîstematîk bê pêkanîn. Rêpêdana bo dema salekê heta Tîrmeha sala bê wê rê bide derbaskirina alîkariyan di zivistana dijwar de, lewra ev kar 6 meh têrê nakin, tenê bi zorê 12 meh têrê dikin.”
Hate diyarkirin ku şer li Sûriyê berdewam e, rewşa mirovî roj bi roj xirabtir dibe, plana bersivdana mirovî ya îsal bo Sûriyê bi qasî 5.4 milyar dolar hatiye texmînkirin ku tenê heta niha ji sedî 12 hatiye dabînkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin