Hadî El Behra: Em ji bo dîyaloga nistimanî ya Sûriyê nehatine vexwendin
PeyamaKurd – Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtilaf) Hadî El Behra got ku ew hîn ji bo dîyaloga niştimanî ya Sûriyê ku ji aliyê rêveberiya demkî ve hatiye ragihandin nehatine vexwendin.
Behra, ji Şerqul Ewsetê re herwiha daye xuyakirin ku Îtilafê heya niha bi rêveberiya Ehmed Şera ya Sûriyê re danûstandineke rasterast pêk neaniye.
Hêjayî gotinê ye, Îtilaf ji aliyê Tirkiye ve piştevaniya wê tê kirin û herêmên Sûriyê yên artêşa Tirkiyê jî tê de ye birêve dibe ku niha hêzên wê yên çekdar ligel hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê di nav şer de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin