Hafter dest bi hewla sazkirina yekîtiya neteweyî ya Lîbyayê kir
PeyamaKurd - Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê General Xelîfe Hafter, bi mebesta ji nû ve sazkirina yekîtiya neteweyî ya Lîbyayê, bi pêşengên pêkhateyên civakê yên Lîbyayê re lûtkeyekê pêk anî.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Cîhanî ya Erebî (AWP), Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê General Xelîfe Hafter di daxuyaniya xwe ya piştî civîna lûtkeyî de balê kêşa ser gringiya şêwir, danûstandina nêrînan û hemahengiya navbera pêkhateyên civaka Lîbyayê û ji bo gihiştina lihevkirineke niştimanî ya berfireh û dabînkirina aramiyê alîkariyê xwast.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê Facebookê yê Fermandariya Giştî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (LUO) ve hate dayîn de, Xelîfe Hafter da zanîn ku di hevdîtina xwe ya bi heyetên ku ji şêx û navdarên Zintanê pêk tê de got: “Şêx û payebilindên civaka Zintanê qedirşînasiya xwe ya ji bo helwesta me ya li ji bo yekîtî û aramiya Lîbyayê û rola dabînkirina ewlehî û aramiya welat a bingehîn a hêzên çekdar diyar kirin.”
Di civîna Komkara Ereb de tên cem hev
Ji aliyê din ve Ajansa Nûçeyan a Misrê (MENA) jî, ji zarê Serokê Encumena Nûneran a Lîbyayê Akile Salih ragihand ku wê di demeke nêzîk de, di civîna Komkara Ereb a li Qahîre ya ku wê roja Şemiyê bê lidarxistin de di navbera serokên sê parlemanên Lîbyayê de civîna nû ya şêwrê bê pêkanîn.
Salih di beşdariya rûniştina Parlamenên Ereb a ku li paytexta Misirê Qahîreyê pêk hat de, ji rojnamevanan re axivî û got: “Em ji ber hewldana hemû aliyan a ji bo derketina ji rêyên tarî ya ber bi hilbijartinê ve, ji siberoja Lîbyayê geşbîn in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin