Gurcistanê diyaloga bi Yekîtiya Ewropayê re qut kir: Protestoyan dest pê kir

29 November 2024 17:31 0 dîtin
Gurcistanê diyaloga bi Yekîtiya Ewropayê re qut kir: Protestoyan dest pê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Gurcistanê pêwendiyên xwe yên bi Yekîtiya Ewropayê re ji bo 4 salan rawestand û wekî sedem jî encamên hilbijartinên  26ê Cotmehê yên Gurcistanê hate nîşandan ku Ewropayê ew hilbijartin bi sextebûnê pênase kiribû.

Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê daxwaz kirin ku hilbijartin di nava salekê de bên dubarekirin û pêşniyar kirin ku ceza li ser Gurcistanê were sepandin. Hate destnîşankirin ku hilbijartinên meha borî li welêt “ne adil û ne azad” hatin kirin û partiya Xeyala Gurcistanê ji paşveçûna demokrasiyê berpirsyar e.

Serokwezîrê Gurcistanê Kobahidze jî biryara rawestandina proseya berendamtiya Yekîtiya Ewropayê û pêwendiyan bo 4 salan da.

Biryara rawestandina diyaloga bi Yekîtiya Ewropayê re bû sedema xwepêşandanên muxalîfên alîgirên Yekîtiya Ewropî. Li paytext Tiflîsê li ber parlementoyê bi hezaran kes bertekên xwe yên li hemberî hikûmetê nîşan dan û bi hêzên ewlekariyê re alozî derketin.

Serokwezîr Kobakhidze, Brukselê bi manîpulasyonê sûcdar kir û anî ziman ku ew ê heta dawiya sala 2028an tu alîkariya budçeyê ji Yekîtiya Ewropayê qebûl nekin.

Yekîtiya Ewropî di Kanûna 2023yan de statûya berendamê dabû Gurcistanê, lê di destpêka vê salê de piştî pejirandina qanûna ku di raya giştî de wekî “bandora ajantiyê” tê zanîn û zextê li ser civaka bike, biryar da ku piştgiriya darayî qut bike.