Hakan Fidan bi Sergey Lavrov re li ser rewsa Sûriyê axifî

01 December 2024 00:07 0 dîtin
Hakan Fidan bi Sergey Lavrov re li ser rewsa Sûriyê axifî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan bi hemkarê xwe yê Rûsyayê bi Sergey Lavrov re li ser rewşa Sûriyê di rêya telefonê de axifî. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Rûsyayê agahî wehaye:

“Di 30yê meha Kanûnê de, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re di rêya telefonê de axifî. Di axaftinê de li ser rewşa li Sûriyê derket holê, danûsitendina ramanan kirin. Her dû teref, li ser qewimandinên leşkerî yên li Idlibê û Helebê, rewşê xeter dîtin û endîşeyên xwe ragihandin.

Her dû teref bûn hemfikir ku ji bo rewşa Sûriyê bixin nav îstîqrarê, divê potansiyela formata Astanayê bikarbînin û qebûl kirin ku tevgerên hevpar koordîne bikin.