Hakan Fidan û Lavrov hevdîtin kirin

01 March 2024 17:48 0 dîtin
Hakan Fidan û Lavrov hevdîtin kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û hemkarê wî yê rûsî Sergey Lavrov, îro 1ê Adarê di çarçoveya Forûma Dîplomasî ya Antalya de hevdîtinek pêk anîn.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku Hakan Fidan û Sergey Lavrov hevdîtinek pêk anîne lê derbarê naveroka hevdîtinê de ti hurgilî nehatin belav kirin.

Hêjayî gotinê ye, 3. Foruma Dîplomasî ya Antalyayê îro Înê dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji lîderên vexwendiyê vê forûmê ye.