Hakan Fîdan û Yorgo Gerapetritis civiyan: Em li herêma xwe ser naxwazin!

08 November 2024 19:08 0 dîtin
Hakan Fîdan û Yorgo Gerapetritis civiyan: Em li herêma xwe ser naxwazin!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Yunanistanê Yorgo Gerapetritis li Atînayê tevî şandên herdu welatan civiyan.

Wezîrê Tirk Fîdan, di civîna hevpar a rojnamevanî de diyar kir ku di navbera Tirkiye-Yunistanê de hin nerînên cuda hene, lê niha pêwendiyên wan bi erênî bi pêş dikevin û got, “Hevkariya me ya piralî bihêz dibe. Bi taybet di warên bazirganî, aborî, gihandin û çandê de em gavên girîng davêjin”.

Fîdan got ku ew li herêma xwe şer naxwazin û got: “Em naxwazin li herêma xwe rondikan û êş û janan bibînin. Em dixwazin tavilê li Rojhilata Navîn aramî were dabînkirin. Pêwîste civaka navdewletî fişara li ser Îsraîlê zêdetir bike.”

Herwiha Hakan Fîdan diyar kir ku ji Yunanistanê hêvî dikin li dijî terorê hevkariyeke bi bandor bikin.