Hamas: Em li bendê ne ku Îsraîl xalên protokola mirovî ya agirbestê pêk bîne

21 February 2025 11:30 0 dîtin
Hamas: Em li bendê ne ku Îsraîl xalên protokola mirovî ya agirbestê pêk bîne

PeyamaKurd – Hamas got ku ew hêvî dike, Îsraîl hemû bendên protokola mirovahî ya girêdayî peymana agirbestê ya ku di 19ê Çileyê de li Şerîda Xezzeyê ket meriyetê pêk bîne.

Berdevkê Hamasê Abdullatîf Kanu derbarê mijarê de bi daxuyaniyeke nivîskî agahî da. Kanu diyar kir ku ew li bendê ne ku Îsraîl hemû xalên protokola însanî bi cih bîne û wiha got: "Eger daxwazên wan bên cih, ew amade ne ku di hemû qonaxên wê de cîbicîkirina peymanê temam bikin."

Kanû bi bîr xist ku Îsraîla ku dixwaze berxwedana rewa ya li Xezzeyê bê çekkirin, di dema qirkirinê de li dijî gelê Filistînê çekên qedexekirî yên navneteweyî bi kar anî. Kanu destnîşan kir ku divê komîteyeke navneteweyî ji bo lêkolînkirina tawanên cengê yên Îsraîlê li Xezzeyê bê avakirin û da zanîn ku Hamas wê heta Tel Aviv pabend be li ser peymana agirbestê bimîne.

Kanu bi bîr xist ku muzakereyên qonaxa duyemîn hîn di pratîkê de dest pê nekiriye û destnîşan kir ku Hamas amade ye ku li gorî peymanê beşdarî muzakereyan bibe. Rayedarê Hamasê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi "derengxistina pêkanîna qonaxa duyemîn a peymana agirbestê" tawanbar kir.

Di daxuyaniyên rayedarên Filistînê de hat diyarkirin ku li Xezzeyê roj bi roj krîza însanî kûrtir dibe û Îsraîl tevî xalên protokola însanî yên di peymana agirbestê de jî sozên xwe bi cih nayîne.