Hamas: Fîlîstînî dev ji Xezzeyê bernadin

07 February 2025 10:31 0 dîtin
Hamas: Fîlîstînî dev ji Xezzeyê bernadin

PeyamaKurd – Mekteba Siyasî ya Hemasê roja Duşemê ragihand ku Filistîniyên li Şerîeya Rojava, rê nadin cudabûna ji Şerîda Xezzeyê û wê berdewam bin li ser wê yekê ku ew beşeke yekgirtî ya navçên Filistînê ye.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku gelê li Filistînê wê bi ser bikeve û gel li hemberî polîtîkaya sirgûnê ya Îsraîlê serî natewîne û hat destnîşankirin ku gelê Xezeyê amade ye li dijî plana dagirkeran derkeve û ji bo vê armancê her fedakariyê bike.

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Ehud Barak roja Pêncşemê 6ê Sibata 2025ê ji radyoya artêşa Îsraîlê re got, pêşnûmeya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ji bo veguheztina Xezzeyiyan, xuya ye ku nehatiye berçavgirtin û ciddî nehatiye girtin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê 05.02.2025ê li Washingtonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hevdîtin pêk anî û piştî civînê di civîneke çapemeniyê de îdia kir ku Amerîka wê Xezzê bigire û diyar kir ku divê xelk venegerin Xezzeyê.