Hamas: Îsraîl ji her tevlihevî û derengmayînekê berpirsyar e

12 February 2025 10:25 0 dîtin
Hamas: Îsraîl ji her tevlihevî û derengmayînekê berpirsyar e

PeyamaKurd - Hamasê îdia kir ku hikûmeta Tel Avîvê berpirsyariyên xwe bi cih neaniye û ji her derengmayînê jî Îsraîl berpirsyar e.

Hamasê "Daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê derxistina gelê Filistînê ji Xezzeyê bi hinceta jinûveavakirinê" red kir û daxuyaniyên Trump wek "banga nijadperestî û paqijiya etnîkî ya bi armanca tasfiyekirina doza Filistînê û înkarkirina Filistîniyan ji mafên wan ên neteweyî yên diyarkirî" bi nav kir.

Hamasê got, "Plana koçberkirina gelê me ji Xezzeyê wê bi ser nekeve."

"Gelê me yê mezin li Xezzeyê li dijî bomberdûman û êrîşan bi xurtî li ber xwe da û dê li ser axa xwe bi israr bimîne. Hemû planên koçberkirin û sirgûnkirina wan dê têk biçe." Wî îfade bi kar anî.

Derbarê gotara koçberkirina xelkê Xezzeyê de jî got, "Îsraîla dagirker bi planên xwe yên tasfiye û jicîhûwarkirinê wê nikaribe tiştên ku bi êrîş û komkujiyan bi dest bixe."

Hamasê bal kişand ser wê yekê ku ew bi peymana agirbestê ya bi Îsraîlê re pabend in û got, "Ya ku berpirsyariyên xwe bi cih nayîne, Îsraîl a dagirker e û ji her tevlihevî û derengmayînê berpirsyar e."

Serokê Amerîkayê Trump di hevdîtina xwe ya bi Qralê Urdinê Ebdullah re diyar kir ku “Ew ê Xezzeyê bikirin û wê di bin desthilatdariya Amerîkayê de be" û Ebdullah jî got ku welatên Ereb bi taybetî Misir û Erebistana Siûdî wê li ser pêvajoyê werin cem hev û li ser pêvajoyê hevdîtinan bikin û divê li benda encamên van hevdîtinan bin.”

Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam, baskê leşkerî yê Hamasê Ebû Ubeyde di 10ê Sibatê de ragihandibû ku pevguhertina girtiyan ku tê payîn di 15ê Sibatê de pêk were, bi hinceta ku Îsraîl sozên xwe yên di peymana agirbestê de cih neaniye, hatiye rawestandin.

Daxuyaniya Hamasê herwiha diyar kir ku biryara rawestandina 5 rojan beriya pevguhertina girtiyan hatiye ragihandin û bi vî awayî derfetê dide welatên navbeynkar ku zextê li Îsraîlê bikin da ku şertên agirbestê bi cîh bîne.

Netanyahu got: "Eger Hamas heta danê nîvro roja Şemiyê girtiyên me bernede, agirbest wê biqede û Îsraîl dîsa dest bi êrîşên xwe yên tund bike û heta ku Hamas bi dawî bibe têk diçe."