Hamas, ji bo peymana agirbesa Xezayê amade ye
PeyamaKurd – Rayedarê Hamasê yê bi navê Sami Ebu Zuhri, ji bo êrîşên ser Xezayê rawestin û Îsraîl bi temamî ji Xezayê vekişe got ku amade ne peymanekî çêbikin. Ebû Zuhri ragihand ku ji bo muzakere car din vejin amade ne ku pêşniyarên navbeynkaran rave bikin.
Sami Ebu Zuhri ragihand ku bersiva ji bo daxwazên navbeynkaran yên agirbesê bersivê dane. Zuhri, weha dewam kir:
“Her pêşniyarên ku êrîşên ser Xezayê rawestînin û dawiyê li wan bînin, pêşniyarên ku dawî li eziyetên xelk dikşîne bînin û agirbesa mayînde bike, em amade ne ku peymanê bikin. Hêzên Îsraîlê bi zanîn avahiyên bingehîn yên tenduristiyê û çavkaniyên parastina sîvîl tehrîb kir. Hamasê bang kiriye ku dewletên bi îsraîlê têkiliyên xwe normal kirine, têkiliyên xwe ji îsraîlê bibirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin