Hamasê teklîfa Misrê red kir lê di guhertina esîran de pêsdeçûn heye

08 April 2024 23:00 0 dîtin
Hamasê teklîfa Misrê red kir lê di guhertina esîran de pêsdeçûn heye

PeyamaKurd – Yek ji serpereştê rêxistina Hamasê Ali Baraka ragihand ku li Misrê muzakereyên di navbera Hamas û Îsraîlê dibin de, teklîfa dawî ya ku ji wan re hatiye kirin red kirine.

Çapemeniya Misrê ragihand ku yek ji rêvebirên Misrê ragihandibû ku di hevdîtinên li Qahîre de, ji bo agirbesa li Xezzayê û serbestkirina dîlan, pêşdeçûn hene.

Wezîrê karên derve yê yê Îsraîlê Israel Katz jî gotiye ku di hevdîtinan de gihane cihekî krîtîk. Eger bi ser bikevin wê gelek esîr dagerin malên xwe.