Hat xwestin ku ji ber Covid-19ê deriyên Basmax û Perwîzxan bên girtin

18 March 2020 11:52 0 dîtin
Hat xwestin ku ji ber Covid-19ê deriyên Basmax û Perwîzxan bên girtin

PeyamaKurd  Endamekî encumena parêzgeha Silêmaniyê dibêje, bila deriyên sînorî yên Başmax û Perwîzxanê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bên girtin da ku nexweşiya Covid-19ê zêdetir derbasî Herêma Kurdistanê nebe.

Li gorî nûçeya Basnewsê, endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê bi navê Kerîm Elî, ku endamê firaksyona Gorranê ye li nav encumena parêzgehê de, got, li dergehên sînorî yên Başmax û Perwîzxan rojane gelek şofêr û bazirganên Îranî diçin ba şofêr û bazirgan û karmendên Herêma Kurdistanê, ev jî metirsîdar e ji ber ku tirsa wê heye ew kesên Îranî hilgirên vîrusa Koronayê bin, ji ber wê jî şofêr û bazirganên me û malbatên wan di bin metirsiyê de ne.

Kerîm Elî her wiha got, ji ber wê jî û bo parastina tenduristiya wan şofêr û bazirgan û karmendan her wiha parastina tenduristiya welatiyên Herêma Kurdistanê bila ew deriyên sînorî bi temamî bên girtin.

Wî endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê hişyarî da û ragihand, eger wisa nebe welatiyên Herêma Kurdistanê bi taybet xelkê Silêmanî û Helebce û Germiyanê di bin metirsiyê de dibin.

Wî endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê bang li şofêr, bazirgan û karmendên wan dergehên sînorî kir neçin ser kar û li malên xwe de bimînin.