COVID-19 | Fransa deriyên xwe ji hemû ewropîyan re vedike

04 June 2021 20:02 0 dîtin
COVID-19 | Fransa deriyên xwe ji hemû ewropîyan re vedike

PeyamaKurd – Hikûmeta Fransayê biryar da ku ji 9ê Hezîranê pê de deriyên xwe ji hemû hemwelatiyên Yekîtiya Ewropayê re veke.

Li gorî biryarê welatiyên ewropî yên testa wan a PCR a koronayê negatîf be û herdu dozên derziyên koronayê yên Pfizer/BioNTech, AstraZeneca, Moderna û Johnson&Johnson li xwe dabin dikarin bi serbestî biçin Fransayê.

Herwiha hatiye diyarkirin ku heman tişt ji bo welatiyên Îsraîl, Awusturalya û Japonyayê jî derbas dibe, lê ji bo Tirkiye çend welatên din ew biryar derbas nabe.