Iraq sê rojan hemû deriyên xwe yên sînorî, bejahî, avî û asmanî ji cîhanê re digire

30 September 2021 11:22 0 dîtin
Iraq sê rojan hemû deriyên xwe yên sînorî, bejahî, avî û asmanî ji cîhanê re digire

PeyamaKurd – Iraq sê rojan hemû deriyên xwe yên sînorî, bejahî, avî û asmanî ji ber hilbijartinan ji cîhanê re digire.

Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya taybet bi hilbijartinên pêşwext ên Iraqê biryar da, ji roja 9ê Cotmehê ve û ji bo 3 rojan tevaniha deriyên xwe yên sînorî yên bejahî, avî û asmanî ji cîhanê re bigire û çûnûhatina di navbera parêzgehan de jî qedexe bike.

Li gor wê komîteyê, ev biryar ji bo birêveçûna hilbijartinan bi awayekî baş û parastina ewlehiyê ye.

Dengdana taybet a hilbijartinên Encûmena Nûnaran a Iraqê roja 8ê Cotmehê û dengdana giştî jî roja 10ê Cotmehê birêve diçe.