Parlementerê Iraqê: Deriyên sînorî tene bo berpirsên bertîlxwer kar dikin

09 July 2020 12:27 0 dîtin
Parlementerê Iraqê: Deriyên sînorî tene bo berpirsên bertîlxwer kar dikin

PeyamaKurd – Li ser deriyên sînorî yên Iraqê, Endamekî Parlementoya Iraqê diyar kir ku, deriyên sînorî yên Iraqê tene ji bo bêrîka berpirsên bertîlxwer yên Iraqê tije bikin kar dikin.

Parlementerê Iraqî û Serokê Komîsyona Çandiniyê Selam Şemmerî ragihand, divê hikûmeta Iraqê deriyên sînorî li ser berhemên biyanî yên çandiniyê da bigire da ku berhemên cotkarên Iraqî bên firotin.

Selam Şemmerî her wiha da zanîn, ‘‘Lê Hikûmeta Iraqê nikare karên qaçax li deriyên sînorî bide sekinandin. Deriyên sînorî tenê bo bêrîka berpirsên bertîlxwer tije bikin kar dikin.’’