Îranê hemû deriyên sînor ên ligel Tirkiyê daxistin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê bi biryareke yekalî hemû deriyên xwe yên sînorî yên ligel Tirkiyê ji bo 15 rojan daxistin.
Li gorî biryarê ji îro 24ê Kanûnê pê de heta 15 rojan tenê kesên ku xwedî vîzeyên taybet in û karûbarên bazirganî dikin dikarin ji ser Tirkiyê derbasî Îranê bibin.
Hat zanîn ku Îranê ti sedemek ji bo daxistina deriyên sînor li ber Tirkiyê ranegihandiye û rayedarên Tirk dibêjin, dibe ku ew biryar beriya sersalê ji bo pîrozbahiyên sala nû hatiye standin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin