Li Îlamê sê deriyên sînor ên nû ligel Iraqê tên vekirin
PeyamaKurd – Parêzgarê Îlamê Hesen Behramniya yê Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku li Îlamê sê deriyên sînor ên nû ligel Iraqê tên vekirin.
Li gor Parêzgarê Îlamê Hesen Behramniya da zanîn: “Deriyê Sînor ê Helela yê Bakurî hatiye vekirin û kelûpel tê re hatine hinardekirin û piştî meha Remezanê jî ligel berpirsên parêzgehên Mîsan û Wasit ên Iraqê dicive ji bo vekirina deriyên Çîlat û Çengule.
Hesen Behramniya eşkere kir, vekirina van deriyên sînor derfeta kar ji bo nêzîkî 5 hezar malbat peyda dike û dibe sedema pêşketina aboriya navçeyê. Deriyekî sînor ê navdewletî bi navê Mêhran ê parêzgeha Îlam ligel parêzgeha Diyale ya Iraqê heye û deriyekî girîng e bi hinardekirin û çûn û hatina geştyaran.
Li gor rapora Gumrika Îlam, sala derbasbûyî bi bihayê yek milyar û 161 milyon dolar kelûpel di Deriyê Sînor ê Mêhran re bo Iraqê hatine hinardekirin û tê pêşbînîkirin îsal bigihe milyarek û 200 milyon dolar. Berpirsên parêzgeha Îlam dibêjin, bi rêya deriyên sînor hewl didin pişkeke zêdetir a bazara Iraqê di destê Îlam de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin