Hikûmeta Iraqê biryar da deriyê sînorî yê Selemçe yê ligel Îranê bigre

25 December 2020 12:30 0 dîtin
Hikûmeta Iraqê biryar da deriyê sînorî yê Selemçe yê ligel Îranê bigre

PeyamaKurd Bo bergiriya li hember vîrusa Koronayê, Hikûmeta Iraqê biryar da, deriyê sînorî yê Şelemçe yê ligel Îranê bigre.

Endamê Şaneya Têkoşîna li dijî Koronayê yê li Besrayê Hekîm Meyahî diyar kir: ‘‘Encûmena Parêzgeha Besra biryar da, deriyê sînorî yê Şelemçe li ber geştiyaran bigre û hemû çûnûhatin werin betalkirin, ku beşek ji wan xwendekar û nexweş bûn.’’

Herwiha hatiye destnîşankirin, hemû liv û tevgerên geştyarî li deriyê sînorî hatine rawestandin û tenê rê li danûstandina bazirganî tê dayîn.

Hikûmeta Iraqê Sêşemê biryar da, heta 14 rojan geştên ber bi heşt welatan were sekinandin û di nav wan de Îran jî heye.