HDP îro di kongreyê de hevserokên nû hildibjêre

27 August 2023 11:37 0 dîtin
HDP îro di kongreyê de hevserokên nû hildibjêre

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji ber doza girtinê li ser navê Partiya Çepên Kesk (YSP) ketibû hilbijartinan, îro 27ê Tebaxê li Enqereyê kongreya xwe ya awarte li dar dixe.

Li gorî zanyariyan dê HDP biryarê bistîne ku êdî bi navê YSPê têkoşîna xwe ya siyasî bidomîne ku tê çaverêkirin navê wê partiyê jî di kongreyê de bê guhertin.

Herwiha biryar e îro di kongreyê de herdu hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar jî bên guhertin û li şûna wan, Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDPê Sûltan Ozcan û Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak wekî hevserokên nû yên HDPê werin hilbijartin.

Li gorî kulîsan dê HDP ji niha û şûnde di parlamentoyê û siyaseta xwe qadê de, bi navê YSPê berdewam bike.