HDP pistî peyama Ocalan û dawîbûna grevên birçîbûnê kete tevgerê

26 May 2019 19:50 0 dîtin
HDP pistî peyama Ocalan û dawîbûna grevên birçîbûnê kete tevgerê

PeyamaKurd -  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî peyama Abdullah Ocalan a bo bidawîanîna grevên birçîbûnê ku parêzên wî îro yekşemê ragihandin, kete nav tevgerê û ‘Maseya Kordînasyonê’ li navenda giştî ava kir.

Parêzera Ocalan, Newroz Uysal piştî hevdîtina ligel muwekîlê xwe ya 22yê Gulanê îro di civîna rojnamevanî de da xuyakirin, “Brêz Ocalan di hevdîtinê de got ku grevên birçîbûnê gihîştine mebesta xwe û israr li ser bangewaziya xwe kir divê êdî bidawî werin.”

 Parêzeran piştî daxuyaniyên derbarê hevdîtina ligel Ocalan jî nameya Abdullah Ocalan a bo bidawîanîna grevên birçîbûnê xwendin.

HDPê li ser peyamên Ocalan û bidawîbûna grevên birçîbûnê maseya kordînasyonê li navenda giştî ya HDPê ava kir.

Di daxuyaniya HDPê ya li ser mijarê de hat gotin, Maseya Kordînasyonê dê ji bo tedawîya girtiyan û çareserkirina pirsgirêkên derkevin navbeynkariyê bike û hewl bide danûstandineke baş bi saziyên civaka sivîl re pêk bîne.