Ji Netanyahû peyama pistî dawîbûna serê Xezzeyê!..

05 December 2023 19:52 0 dîtin
Ji Netanyahû peyama pistî dawîbûna serê Xezzeyê!..

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, ragihand ku piştî bidawîbûna êrîşên ser Xezzeyê ew ti otorîteyeke Filîstînî naxwazin.

Li gorî nûçeya televizyona dewletê KANê Netanyahû, li ser planên piştî şerê Xezzeyê axivî ye û daye xuyakirin, Amerîka ji plana piştî şer hatiye agahdarkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû di civîneke partiya xwe Lîkudê de gotiye, divê Xezze li derveyî otorîteya Filîstînê be û gotiye: “Wê piştî şer ti otorîteyeke filîstînî û rêveberiya Filîstînê li Xezzeyê nemîne.”