HDPê derbarê êrîsên DAISê yên ser deverên Kurdistanî de daxuyanî da û bang li hevpeymaniyê kir
PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê zêdebûna êrîşên terorîstên DAIŞê yên ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û şehîdbûna Pêşmerge û sivîlan de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya ku li ser navê Berdevkên Komisyona Pêwendiyên Derve ya HDPê Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy hatiye dayîn de, tê gotin, “Em bang li Hevpeymaniya Navdewletî dikin li dijî zêdebûna êrîşên DAIŞê bi awayekî çalak rol bistîne.”
Di daxuyaniyê de behsa zêdebûna metirsiyên li ser deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê tê kirin û tê gotin, “DAIŞê li Iraqê bi taybet jî li herêmên nakokî li ser statuya wan heye yên sêgoşeya Mexmûr, Kerkûk û Şingalê êrîşên xwe zêde kirine û xelkê sivîl yên wan deveran di bin gef û metirsiyeke mezin de ne.”
HDPê dibêje, ew bendewar in ku hêzên Iraqê Pêşmerge ji bo parastina sivîlan li wan herêman bi hemahengî tevbigerin û bang li Hevpeymaniya Navdewletî dike, ji bo careke din komkujiyên wekî yên Şingalê li ser Kurdên Êzidî de çêbûne pêk neyên, roleke aktîf bistîne.
Herwiha HDP di daxuyaniyê de, hevxemiya xwe bo kesên di têkoşîna dijî DAIŞê û rêxistinên tundrew de can dane tîne ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin