HDPê ji bo hilbijartinên herêmî yekem berbijêrê xwe eskere kir
PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an berbijêrê şaredariyê yê yekem bajarî eşkere kir.
HDPê ragihand ku ji bo berbijêriya hilbijartinên şaredariya bajarê Qesrê Wekîlê Koma HDPê di parlamentoyê de, Ayhan Bilgen hatiye destnîşankirin.
Ayhan Bilgen di heyamên 25emîn û 26emîn ên Parlamentoya Tirkiyê de wekî parlamentarê HDPê ya bajarê Qersê kar dike û herwiha yekem berdevkê HDPê yê çapemeniyê bû.
Ayhan Bilgen demek berê ji ber ku xwedîtiyeke baş li doza Roboskiyê nekiriye û ew doz ji ber kêmasiyan ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) vegeriyaye, ji karên xwe yên nav partiyê vekişiyabû û lêborîn ji xizmên qurbaniyên komkujiya Roboskê xwestibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin