"Hedê kê ye ku ji Kurdan re dewletê ava bike?"
PeyamaKurd - Serokwezîrê Tirkiyê û Wekîlê Serokê Giştî yê AKPê Bînalî Yildirim li ser serxwebûna Kurdistanê got: "Çi ye, dixwazin ji Kurdan re dewletê ava bikin. Hûn kî ne? Hedê we ye ku hûn dixwazin ji Kurdan re dewletê ava bikin?"
Yildirim li Mamaka navçeya Enqereyê di mitînga AKPê de axivî.
Serokwezîr Yildirim îdî kir ku "hêzên emperyal dixwazin li sînorên başûr yên Tirkiyeyê dewleta terorê ava bikin."
Yildirim îdîa kir ku Tirkiye wê destûrê nede û wiha got: "Çi ye, dixwazin ji Kurdan re dewletê ava bikin. Hûn kî ne? Hedê we ye ku hûn dixwazin ji Kurdan re dewletê ava bikin? Li ser vê axê hezar sal e dewleta Kurd û Tirkan heye û dewleta wan Dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Ev gel destûrê dide ku hûn ji ser can û xwîna Kurdan planên xwe yên qirêj bi cî bînin? Helbet destûrê nade."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin