Hejmara dengên gistî yên partiyên Kurdistanê bi dest xistine hat eskere kirin
PeyamaKurd - Encamên dawîn ên hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê şeva borî hatin eşkere kirin.
Li gorî encaman ji 10 berbijêrên ku herî zêde deng li ser asta Iraqê standine, 6 ji wan kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn: 2 berbijêrên PDKê li Duhokê, 3 li Hewlêrê û 1 jî li Kerkûkê.
Hejmara giştî ya dengên ku partiyan wiha ne:
Partiya Demokrat a Kurdistanê: 772 hezar û 506 deng
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 407 hezar û 754 deng
Tevgera Nifşê Nû: 235 hezar û 264 deng
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 104 hezar 20 deng
Komela Dadgerê ya Kurdistanê (Komel): 64 hezar û 156 deng
Kursiyan her partiyekê:
Partiya Demokrat a Kurdistanê: 33 kursî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 16 kursî
Nifşê Nû: 9 kursî
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 4 kursî
Komela Dadgerê ya Kurdistanê (Komel): 1 kurdî

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin