Hejmara heciyên Basûrê Kurdistanê yên li Mekeyê wefat kirine zêde bû

21 June 2024 19:14 0 dîtin
Hejmara heciyên Basûrê Kurdistanê yên li Mekeyê wefat kirine zêde bû

PeyamaKurd – Hejmara kesên ku ji Herêma Kurdistanê ji bo ferza Hecê çûbûn Mekeyê û li wir ji ber germa zêde can dane gihîşt 23 kesan.

Hate ragihandin ku îro hatiye piştrastkirin ku 4 heciyên din ên ji Başûrê Kurdistanê li Mekeyê wefat kirin.Navê wan heciyan jî Xalîde Ebas, Hecî Ezîz, Safiya Tahir û Hecî Azad e.

Hêjayî gotinê ye, kesên li Erebistana Siûdî dema ferza hecê wefat dikin, bi awayê demkî li Mekeyê bi xakê têne spartin û cenazeyên wan bo welatên wan nayê vegerandin.

Berdevkê Şanda Heciyên Herêma Kurdistanê Rojgar Cefer ji ragihandiye ku dê heciyên Herêma Kurdistanê yên bi rêya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî çûne Hecê 24ê Hezîranê dest bi vegerê bikin.

Wê karwana yekem a heciyên Herêma Kurdistanê bi roj li Balafirgeha Hewlêrê dakeve û êvarê jî dê karwaneke din li Balafirgeha Silêmaniyê dakeve. Biryar e heta 30ê Hezîranê hemû heciyên Herêma Kurdistanê vegerin ku îsal nêzîkî 10 hezar kes ji Herêma Kurdistanê bi vîzeya geştiyariyê çûne Hecê.