Hejmara Heciyên li Mekeyê mirine hezar kesan derbas kir

20 June 2024 17:58 0 dîtin
Hejmara Heciyên li Mekeyê mirine hezar kesan derbas kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hejmara heciyên ku li Erebistana Siûdî dema îbadeta xwe ya hecê bicih tanîn ji ber germa zêde can dane gihîştiye Hezar û 81 kesan.

Li gorî nûçeya ajansa Fransî AFPê ku dispêre çavkaniyên dîplomatîk, piraniya mirinên li Mekeyê ji ber germa zêde ne û hê jî gelek hecî winda ne.

Rayedarekî Misrî gotiye, “58 heciyên Misrî yên din li Erebistana Siûdî can dane.”

Piraniya heciyên mirine ji Misrê ne

Li gorî amarên fermî yên Erebistana Siûdî, hejmara giştî ya mirinên li hecêgihîştiye 1081 kesan ku ji wan 658 Misrî, 68 Hindistanî, 60 Urdinî, 35 Mexrîbî, 35 Pakistanî, 14 Malezî, 13 Kurd, 11 Îranî, 3 Senegalî û 1 kes jî Sûdanî ye.

19 Heciyên Kurd can dan

Li aliyê din Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê jî ragihandiye ku hejmara heciyên Kurd ên dema ferza Hecê li axa pîroz can dane gihîştiye 19 kesan.