Hejmara kesên di teqîna nexwesxaneya Dîlokê de can dane gihist 9 kesan

19 December 2020 17:58 0 dîtin
Hejmara kesên di teqîna nexwesxaneya Dîlokê de can dane gihist 9 kesan

PeyamaKurd – Hejmara kesên di teqîna li nexweşxaneya bajarê Dîlok ê Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, gihişt 9 kesan.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand; ji ber şewata li nexweşxaneya Dîlokê ya di beşa lênêrîna awarte de, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Nexweşxaneya Zanîngeha SANKO, di destê sibehê de, di beşa lênêrîna awarte de ji ber amûra oksîjenê şewat derket.

Şewat, bi hewldana karmendên nexweşxanê û bi alîkariya ekîba Agirkuj a Şaredariya Dîlokê, di demeke kin de hat temirandin. Lê di encamê de, 7 ji nexweşên di lênêrîna awarte de dihatin dermankirin û 1 ji nexweşên bo nexweşxaneyeke din dihat neqilkirin, jiyana xwe ji dest dabûn.