Hejmara kesên di teqîna Amedê de mirine zêde dibe
PeyamaKurd – Duh êvarî li ser otorêya navbera Pasûr û Mûşê, bombeyeke vedayî bi otomobîlekê de hatibû teqandin û hatibû ragihandin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest daye lê îro hat zanîn ku di wê bûyerê 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne
Li gorî zanyariyan di encama wê teqînê de kuştî û birîndar çêbûne. Çavkaniyên medya Tirkiyê radigihînin ku bombe bi wesayîteke sivîl de hatiye teqandin û 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Walîtiya Amedê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Li gorî daxuyaniya walîtiyê, wesayîta gundiyan pê li mayîna ku ji aliyê PKKê ve hatiye danîn, kiriye. Walîtiyê ragihand ku di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî bi giranî birîndar bûne. Birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên navçeyê û bajêr.
Ji aliyê din de malpereke nûçeyan a nêzikî PKKê belav kiriye ku di wê teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dane. Herwiha di heman nûçeyê de hatiye îddîakirin ku ew ên hatine kuştin, polis, leşker û cerdevan bûne.
Serokê Konfederasyona Cerdevanan Ziya Sozen li ser hesabê xwe yê medya civakî got ku di wê teqînê de 7 kesan cane xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne û diyar kiriye ku di nav wan kesên cane xwe ji dest dane, cerdevan jî hebûne.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî derbarê bûyerê de li gel Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu peywendiyeke telefonî encam da. Di daxuyaniya hatiye belavkirin de hatiye gotin ku Erdogan ragihandiye ew dê hemû derfetên xwe seferber bikin bo girtina encamderên wê teqînê.
Herweha hêjayî gotinê ye ku heya niha PKKê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nedaye û berpisryariya wê êrişê negirtiye ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin