Hejmara miriyên teqîna Beyrûdê gihîst 154 kesan
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara welatiyên ku di encama teqîna Beyrûdê de jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 154 kesan.
Li gor ragihandina ajansa NNA ya Lubnanê, Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Dr. Hemed Hesen ragihandiye ku hejmara welatiyên ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 154 kesan.Herwiha Wezîrê Lubnanê diyar kiriye ku divê ji 5 hezar welatiyên birîndar, ji sedî 20ê wan bo nexweşxaneyan werin veguhestin û rewşa 120 welatiyên birîndar jî giran e.
4ê Tebaxa 2020an li bêndera Beyrûdê, di depoya hejmara 12 ya Amonyum Nîtrat de, teqînek çêbû ku beşek mezin ji paytexta Lubnan Beyrûdê kiribû kavil.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin