Hejmara miriyên teqîna Beyrûdê zêde bû

05 August 2020 20:00 0 dîtin
Hejmara miriyên teqîna Beyrûdê zêde bû

PeyamaKurd – Hejmara miriyên teqîna doh 5ê Tebaxê ku li paytexta Lubnan Beyrûdê ji ber teqîna depoyeke teqemeniyê rû dabû zêde bû.. Herwiha bi hezaran kes birîndar bûne û hîn jî lêgerîna bo kesên winda dewam dike.

Wezîrê Tenduristiya Lubnanê Hamad Hesen rewşa dawî ya derbarê teqînê de eşkere kir.

Wezîrê Tenduristiya Lubnanê ragihand, "Hejmara miriyên teqîna doh ya li bendera Beyrûdê rû daye de, gihîşt 135 kesan. Herwiha 4 hezar û 350 kes zêdetir birîndar in û bi dehan kes jî winda ne.”