Hejmara mirî û birîndarên teqîna Beyrûdê zêde bûn

06 August 2020 11:15 0 dîtin
Hejmara mirî û birîndarên teqîna Beyrûdê zêde bûn

PeyamaKurd – Hejmara miriyên teqîna 4ê Tebaxê ku li paytexta Lubnan Beyrûdê rû dabû, her diçe zêdetir dibe.

Li gor Hikûmeta Lubnanê ragihand, hejmara kuştiyên teqîna Beyrûtê gihîştiye 137 kesan û derdora 5 hezar kesan jî birîndar hene.

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Hemd Hesen, îro amarên dawî ragihand.

Tê gotin ku hinek kes jî wenda ne û nayê zanîn sax in yan jî hatine kuştin, birîna hinek birîndaran jî giran e loma tê texmînkirin, hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.

Hikûmeta Lubnanê ji ber teqîna Beyrûtê sê rojan şîna giştî ragihandiye.