Hikûmeta Iraqê hejmara mirî û birîndarên sewata nexwesxaneya koronayê eskere kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Federalî ya Iraqê hejmare mirî û birîndarên şewata şeva borî ya nexweşxaneya Covid-19 ya Îbnî Xetîb a Bexdayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya wezareta navxwe ya Iraqê, di şewata nexweşxaneya koronayê ya Bexdayê de 82 kes mirine û 110 kes jî birîndar bûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî şewatê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandibû ku ew dê kesên di şewatê de mirine wekî şehîd nas bikin.
Herwiha hikûmeta Iraqê jî 3 rojan şîna giştî ji ber wê karesatê ragihandiye.
Herêma Kurdistanê jî bi peyam û daxuyaniyan amadebûna xwe ya alîkariyên tenduristî ji bi hikûmeta Bexdayê nîşan daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin