Hejmara mirî û birîndarên otobûsa ku ji kendalê wer bûbû eskere bû

30 July 2023 15:43 0 dîtin
Hejmara mirî û birîndarên otobûsa ku ji kendalê wer bûbû eskere bû

PeyamaKurd – Îro Yekşemê danê sibehê li navçeya Qamûşan a bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan ji kendalekî bilind kete xwar ku tê de bi dehan rêwî hebûn.

Li gorî agahiyên dawî 7 kesên di otobûsê de bûn jiyana xwe ji dest dan û 22 kesên din jî birîndar bûn û ew bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Otobûsa rêwiyan a ji Erziromê ber bi Qersê ve diçû, îro 30yê Tîrmehê danê sibehê li nêzî gundê Karakurt a Qamûşanê (Sarikişla) piştî ku ji nav vîyaduka nû hatiye çêkirin derketibû,  ji rê derketibû û ji ser kendalekî 50 metreyî ketibû xwar.

Hate zanîn ku ew bihûra (viyaduk) otobûs tê re derbas bûye 574 metre dirêjahiya wê heye û sala borî hatibû vekirin.