Hejmara mirî û birîndarên firtoneya li Stenbolê zêde bû, dibistan ketin betlanê
PeyamaKurd – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji ber firtoneya lodosê ku îro 29ê Mijdarê ji danê sibehê ve berdewam dike, li gorî zanyariyên dawî 4 kes mirin û 4 ji wan bi giranî 38 kes jî birîndar bûn.
Ji ber leza zêda ya bayê lodosê li Stenbol û Kocaeliyê banê xaniyan firiyan û bi ser xelkê û wesayîtan de ketin.
Li gorî zanyariyên Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê (AFAD) û Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca belav kirine, heta niha 4 kes mirine, 4 ji wan bi giranî 38 kes jî birîndar bûne ku hişyarî hatiye dayîn welatî bi baldarî tevbigerin û tedbîrên xwe bistînin.
Parêzgariya Stenbolê jî danê êvarê ragihand ku hemû dibistan ji bo rojekê ango sibe ketine betlanê û demên xebatê ji bo karmendan jî ji nû ve hatine sererastkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin