Hejmara mirî û birîndarên erdheja Îzmîrê zêde bû…

01 November 2020 10:27 0 dîtin
Hejmara mirî û birîndarên erdheja Îzmîrê zêde bû…

PeyamaKurd – Hejmara mirî û birîndarên erdheja ku roja Îna borî li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê çêbûbû, zêde bû û gihîşt 43 kesan.

Li gorî daxuyaniya dawî ya Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) hejmara miriyên erdhejê gihîşt 43 kesan û 896 kes jî birîndar bûne.

AFADê daye xuyakirin ku ji 896 kesên birîndar 667 kes ji nexweşxaneyan derketine û tedawiya 229 welatiyan jî berdewam dike.

Herwiha di 8 avahiyên di encama erdhejê de hilweşiyane, xebatên rizgarkirinê berdewam dikin ku guman heye hin kesên din di bin kavilan de hebin.