Hejmara mirî û birîndarên erdheja Xarpêtê zêde dibe: 31 mirî, 1556 birîndar
PeyamaKurd – Saziya rewşên lezgîn û hawarçûnê ya Tirkiyê AFADê ragihand ku hejmara miriyên erdheja Xarpêt a bakurê Kurdistanê gihîştiye 31 kesan û 1556 kes jî birîndar bûne.
Roja 24ê Çileya 2020an erdhejeke bi pileya 6,8 li Xarpêtê rû dabû ku li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê û heta rojava û başûrê jî hatibû hîskirin.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hîn berdewam dikin. Piştî erdheja mezin hê jî erdhejên li heman herêmê berdewam dikin û xelk neçar maye di serma zivistanê de li derve bimîne.
Li gorî zanyariyan 45 kes ji bin kavilan hatine rizgarkirin ku hê jî kesên di bin kavilan de hene û xebat ji bo rizgarkirina wan berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin