Dîlok | Hejmara miriyên teqîna nexwesxanê zêde bû

20 December 2020 15:03 0 dîtin
Dîlok | Hejmara miriyên teqîna nexwesxanê zêde bû

PeyamaKurd – Doh 19ê Kanûnê li bajarê Dîlokê (Entab) yê Bakurê Kurdistanê di nexweşxaneyeke taybet de, ji ber tupê oksîjenê teqînekê rû dabû ku hejmarek nexweşên vîrusa koronayê tê de hatibûn razandin.

Di encama teqîna li beşa destwerdana hûrî ya nexweşxaneya Zanîngeha SANKO pêk hatibû de, doh hatibû ragihandin ku 10 nexweşan can daye.

Îro 20ê Kanûnê hejmara miriyan zêde bû û nexweşekî din ê piştî teqînê bo nexweşxaneyeke din hatibû veguhestin jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyan gihîşt 11 kesan.

Di cihê teqîn lê rû dabû de, 19 nexweşên Covid-19 hebûn û nexweşên ji teqînê rizgar bûbûn bo nexweşxaneyên din hatibûn veguhestin.