Hejmara sêyem e-kovara Sînemaya Serbixwe hat wesandin
PeyamaKurd - E-kovara Sînemaya Serbixwe, bi hejmara xwe ya sêyem hat weşandin.
Piştî navbereke 7 mehan, hejmara nû ya “Sînemaya Serbixwe” weke e-kovarê gihîşt ber destên xwendevanên xwe.
Kovara Sînemaya Serbixwe wek e-kovar hat weşandin. Edîtoriya kovarê Rûmet Med dike û bergsazê kovarê Ahmet Tîrêj Kaya ye.
http://(Hûn dikarin kovarê bi rêya vê dûvelankê bibînin.)
Edîtorê kovarê, bi van gotinan kovara Sînemaya Serbixwe daye nasîn:
“Wekî ku tê zanîn 2 hejmarên me weke e-fanzîn derketin û ji vê hejmarê pê ve êdî Sînemaya Serbixwe dê weke e-kovarê û salê du caran derbikeve.
Di rûpelên hejmara sêyem a Sînemaya Serbixwe’yê de, ji sê zaraveyên Kurmancî, Zazakî, Soranî yên Kurdî; nivîs û gotarên sînema, şano û rêzefîlmê ku ji aliyê Dilazad Art, Welat Ramînazad, Rûmet Med, Mela Mihyedîn, Arezû Sirajeddîn, Şafî Muhammed, Hawar Rehîmî, Omer Bextîyar ve hatine nivîsandin cih digirin.
Herwiha di vê hejmarê de me hevpeyvîna ku bi edîtorê me re hatibû kirin jî weşandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin