Hejmara nû ya kovara wêjeyî ya bi navê Destar derket

07 May 2022 16:55 0 dîtin
Hejmara nû ya kovara wêjeyî ya bi navê Destar derket

PeyamaKurd – Hejmara nû ya kovara wêjeyî ya bi navê Destar ku li Bakur sê mehan carekê bi Kurdî tê weşandin, derket.

Kovarê di vê hejmara xwe de cih daye nivîsên lêkolîn, nirxandin û wêjeyî û Newrozê jî.

Kovarê par havînê dest bi weşanê kir û bi vê hejmarê re sala xwe temam kir. Herwiha kovarê ji bilî nivîsên lêkolînî, nivîsên wêjeyî wekî ceribandin, çîrok û helbest jî belav kirine.