Hejmara 16emîn a Kovara Nûbihar Akademiyê hat wesandin
PeyamaKurd – Hejmara 16emîn a Kovara Nûbihar Akademiyê hat weşandin. Kovara Nûbiharê bi vê hejmarê re, sala xwe ya heyştan temam kir.
Di hejmara vê kovarê de, neh gotar û belgenameyek hatiye weşandin. Ji gotaran pênc heb bi Kurdî (çar bi Kurmancî, yek bi Soranî), du heb bi Îngilîzî û du heb jî bi Tirkî ne. Belgenameya navborî Farisî ye.
Amadekarên kovarê biryar dane ku ji vir şûnde di her hejmareke Nûbihar Akademîyê de, li dora temayeke xebatên Kurdî û di bin navê “dosyaya hejmarê” de komek gotarên tematîk bên amadekirin. Di her hejmarekê de, ev gotarên dosyayê û gotarên cihêreng bi hev re bên weşandin.
Herwiha li gorî vê biryarê, di hejmara yekem a sala 2022ê de, Nûbihar Akademî wê bi naveroka “Kurdên Yarsan” were çapkirin û wê akademîsyen Shahab Valî vê dosyayê amade bike.
Nûbihar Akademî, salê du caran diweşe û him bi rêya çapê him jî bi awayekî dîjîtal digihîje ber destê xwîneran.
Malperên dîjîtal ên kovarê ev in:

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin